SerekeSîyasî

Nefta Kurdistanê mînanî berê dernakeve nava sûkê

Tirkîya û Îraq pirsên derheqa wê yekêda gotûbêj kirine, yên ku girêdayîne deranîna neftêra.

Alî pevketine, wekî qayîlîya sîyasî pêwîste, bona ku herroj 450 000 bermîl neft bê deranînê.

Dêlêgasîya têknîkîye ji Tirkîyayê çûye  Bexdayê bona ku wê pirsê gotûbêj bikin. Derheqa wê yekêda ajansa Reuters ê ragîhandîye.

Deranîna neftêye bi lûla Kirkûk-Cêyhanê dawîya meha adarê hatîye sekinandinê. Wî çaxî palata navneteweyî, ya bazirganîyê pirs pêşda kişand ku Hewlêr gerekê wê yekê tevî Bexdayê bide qayîlkirinê.Raste, alî amadene ku nefta Kurdistana Îraqê bi qewilên Îraqê bê  deranînê, lê pirsa zîyana ku salên derbazbûyî gihîştîye Kurdistanê, usa dimîne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button