ŞAY gerekê dijî Bekûê sanksîya bide xebatê ku xwînrêtina li Arsaxê bide sekinandinê: Tîgran Grîgoryan

Adirbêcan li Arsaxê û li ser sînorên Ermenîstanê hal berbi êskalasîyayê dibe. Pêşeroja nêzîkda li Qerbagê dikarin opêrasîyonên berfireh hebin. Derheqa wê yekêda Tîgran Grîgoryanê sîyasîzan gotîye.
Bi gotina wî, Adirbêcan her dem hal sertbûyî xweyî dike. Ew bi doranên pêşezanîyê elametîya belav dikin, wekî li Arsaxê dikarin opêrasîyon destpêbin.
Bi fikira sîyasîzan, bona Adirbêcanê ewlehkarîya sînorên Ermenîstanê û gavên dijî serbixwetîya wê xeta sore.
“Ştatên Yekbûyî, Yekîtîya Avropayê, Îran û mîsîya Avropayêye dîtindarîyê rola xwe dilîzin, bona ku pevçûyînên biçûk werguhêzî êskalasîyayên mezin nebin. Nava pirsa Qerebagêda qezîyayên bona Adirbêcanê biçûkin”,- Grîgoryan gotîye.
Ewî daye dîyarkirinê, wekî gerekê tevî civaka navneteweyî bixebitin, bona ku têma sanksîya bê gotûbêjkirinê. Bi gotina sîyasîzan, van axirîya axaftin hebûne, wekî Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî têra dibîne ku heger xwînrêtina mezin li Qerebagê hebe, pirsa xebitandina sanksîyayên dijî Adirbêcanê wê bê pêşdakişandinê.







