H’emû nûçeSereke

Mecal hebû ku ji şêr dûr bimana, lê bona helkirina pirsgirêka Qerebagê ew yek qewilekî borcdarî bû: Paşînyan

Îşê ewlin ku min piştî sala 2018 a kirîye, ew pêvajoya lêkolînkirina pirsgirêka Qerebagê bû. Derheqa wê yekêda, wextê civîna komîsîya lêkolînkirina menîyên opêrasîyonên îlona sala 2020 î, serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan gotîye.

“Sala 2019 a min proseya hevraxeberdana çawa konvêyêra şêr nav dikir, çimkî fikirdarî ev bû, ez çi dixwezim, ezê bi rêya şêr bistînim. Min cêribandîye fem bikim, ku faktorên çawa hene, yên ku dikarin wê konvêyêrê bidine sekinandinê. Ez xwe mikur têm, wekî min nikaribûye wê konvêyêrê bidime sekinandinê”,- ewî gotîye.

“Dêmek, me wî çaxî dikaribû bigota, ku em ji pirsgirêka Qerebagê paşda disekinin û emê bi wê rêyê biçûna, lê garantîya tunebû, wekî meriv dikaribû ji şêr dûr bima.Peyî wê yekêra xaçerêyên şêr li ser rîya hevraxeberdanabûn. Mesele, xaçerêyêke wî cûreyî jî korîdora Laçînê bû, kîjan li Kazanê jî nehatibûne rastkirinê.

Xaçerêya şêre mayîn jî pêvajoya întêgrasîya ermenîya û azêrîya bû. Ya mayîn, pêvajoya dîyarkirina sînora bû. Ez navêjim wekî mecala dûrketina ji şêr tunebû. Lê bona wê mecalê borcdarî hebû ku ji pirsgirêka Qerebagê dûrketana”,- Paşînyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button