H’emû nûçeSereke

Valakirina Arsaxê, derxistina ermenîyaye ji wêderê, hatîye teribandinê: parlamêntvanê Arsaxê

Dorgirtina Arsaxê, bi qewatê derxistina ermenîyaye ji wêderê, şedetîya wê yekê didin, wekî Adirbêcan dixweze li Arsaxê paqijkirinên êtnîkî mîyaserke. Derheqa wê yekêda parlamêntvanê Arsaxê Artûr Harûtyûnyan gotîye, wextê ku ewî derheqa kirinên Adirbêcanêye provokasîyonda xeberdaye, wextê kîjana meriv hatine kuştinê.

“Adirbêcan elametîya sala 2020 î diteribîne, bi artîlêrîyayê û dirona êrîşê mîyaser dike, li rex hevraxeberdanên li Waşîngtonê, Adirbêcan agrêsîya leşkerî mîyaser dike, halê li herêmê sert xweyî dike û dicêribîne pirsgirêka Arsaxê bi derxistina ermenîyaye ji wir  hel bike. Mixabin, alîyên nava helkirina pirsgirêkêda  gavên konkrnêt navêjin.Tu tişt nayê kirinê, ku sîyaseta Adirbêcanêye têrorîstî bê zeftkirinê û rûyê wê yekêda Adirbêcan nava wê atmosifêrayêda bernama xwe mîyaser dike”,- Artûr Harûtyûnyanê parlamêntvan gotîye.

Bi gotina wî, menîke sereke jî ewe, wekî peymanên  Adirbêcanê, yên rêsûrsên ênêrgîyayêva girêdayî, hene û ew faktor nahêle ku gav dijî Adirbêcanê bêne avîtinê.

Bi gotina parlamêntvan wî cûreyî wê aşîtî tunebe, lê êskalasîya nû wê bikeve herêmê û pevçûyînên nû wê hebin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button