Elametîyên navneteweyî derheqa krîzeya hûmanîtarîda bêfaydene:Arsax dîsa dorgirtî maye, lê Adirbêcan jî nehatîye cezakirinê

Organîzya mafparêz, ya navneteweyî Amnesty Internationa Twittere da derheqa krîzeya li Arsaxê pêşdahatîda nivîsîye. Hatîye bîranînê, wekî binelîyên Qerebagê ji kanûna sala 2022 a da ji alîyê Adirbêcanêda hatîye dorgirtinê.Organîzeyê daye dîyarkirinê, wekî krîzeya hûmanîtarî kûr dibe. Berî wê yekê ew pirs li komîtêya wezîra, ya civîna parlamênta Avropayê hatibû raberkirinê. Parêzerê Adirbêcanêyî mafên mêriv gotîye wekî hetanî ku civaka navneteweyî dijî Adirbêcanê gavên anegor nevêje û gavên cezakirinê jî nede xebatê, Bekûyê bin perda pêvajoya aşîtîyêda sîyaseta paqijkirinên êtnîkî û komkujîyê berdewam bike.
Krîzeya hûmanîtarî li Arsaxê wê werguhêzî qezîyayê bibe, hemû dikan valane. Parêzerê mafên mêriv, yê Arsaxê gotîye, wekî heger wî cûreyî berdewam bibe, xelayî wê destpêbe, çimkî eva îdî serê 200 rojîye ku Arsax dorgirtîye.Ewî facebook da nivîsîye: “Hetanî ku Adirbêcan ji alîyê sîstêmên navneteweyîda neyê cezakirinê, ewê xirabkarîyên xwe berdewam bike, ewê pêvajoya aşîtîyê bide xebatê, ku bin wê perdêda paqijkirinên êtnîkî û sîyaseta komkuj berdewam bike”.







