Mîrzoyan û Bayramov li ser çend xala gihîştine peymanekê: wezîreta Ermenîstanêye karên der

27-29 ê hezîranê wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan û wezîrê Adirbaycanêyî karên der Cêyhûn Bayramov li navenda perwerdehîya karên der ya neteweyî ya Corc Şûls ya li Arlîngtonê ya eyaleta Vîrcînîayê hevdîtineke dualî pêk anîn. Wezîrên karên der li Waşîngtonê rastî wezîrê derve yê Amêrîkayê Êntonî Blînkên û şêwirmendê ewlekarîya netewî ya serokê Amêrîkayê Cêyk Salîvan hatin.
Wezîr û komên wan li ser pêşnûmeya peymana dualî ya “Damezrandina aşîtîyê û têkilîyên navdewletî” pêşkeftinên xwe berdewam kirin. Wana li ser çend bendên din yên reşnivîsa rêkeftinê li hev kirin û pêşkeftin di têgihîştina hevdu de tomar kirin, di heman demê de bal kişandin ku helwestên li ser çend mijarên sereke hewcedarê karekî zêdetirin.
Herdu wezîran qîmetên xwe ji alîyê amêrîkî re ji bo mazûvanîya danûstandinên di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê de anîn ziman û pabendbûna xwe ya berdewamkirina gotûbêjan nîşan dan.







