SerekeSîyasî

Roja  ewlin, ya cejina Qurban-Bayramê Tirkîyayê 22 welatîyên Sûrîyayê ji welêt derxistine

Roja  ewlin, ya cejina Qurban-Bayramê Tirkîyayê 22 welatîyên Sûrîyayê ji welêt derxistine. Li gorî wê kanîya înformasîyon hatîye dîyarkirinê,wekî sînorxweykirên tirka li bakûrê Îdlîbê 22 welatîyên Sûrîyayê peîya kirine, nava kîjanada bûne 9 merivên ji Efrînê û zarokên hetanî 18 salî. Van meriva pêra negîhandine elamî merivên xwe bikin, yên ku li Tirkîyayê dijîn, wekî ew girtine û ji Tirkîyayê derxistine. Meha hezîranêda eva îdî cara sêemîne ku ev yek tê kirinê.

22 ê hezîranê 7 mihacirên ji Sûrîyayê ji welêt hatine derxistinê û ew li bakûrê Sûrîyayê peîya kirine.

Em bêjin, wekî serokê Tirkîyayê Receb Tayîb Êrdogan 23 ê gulanê elam kiribû, wekî Tirkîyayê mîlyonek mihacirên ji Sûrîyayê ji welêt derxe û bibe bakûrê Sûrîyayê.

Hatîye ragîhandinê, wekî hetanî çevên wan meriva jî hatine sikankirinê, dewsa pêçîyên wan hatine hildanê, bona ku ew meriv careke mayîn venegerine Tirkîyayê û nenihêrî wê yekê wekî ew meriv li Tirkîyayê diman û dixebitîn.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button