Mêgrî xeta sore, li Mêgrîyê korîdor wê tunebe: parlamêntvanê desthilatdarîyê

Bona Ermenîstanê û cimeta ermenî Mêgrî xeta sore, li Mêgrîyê wê korîdor tuneb. Derheqa wê yekêda wextê qisa tevî “Azaya” ê parlamêntvanê fraksîya “Peymana sîvîl” Gagîk Mêlkonyan gotîye, dema ku ewî derheqa wê xwestina Rûsîyayêda xeberdaye, wekî li ser rîya ku Adirbêcan Nexçêvanêva tê girêdanê, qewatên rûsî cîhwarkin.
Bi gotina Mêlkonyan rê dikarin bêne vekirinê, lê ew jî gerekê bin kontrola Ermenîstanêdabin, lê ne ku bin kontrola rûsada.
Parlamêntîvan bîr anîye, wekî li ser rêyên Yêgênazorê, Cêrmûkê rûsa post danîn û êpêce leşker anîne Syûnîkê û ew leşker beşdarî tu tiştî nebûn. Mêlkonyan daye dîyarkirinê, wekî dema ku Adirbêcanê êrîş anîbû ser Cêrmûkê û Vardênîsê, rûs sê-çar sehet pêşîya êrîşkirinê cîhên xwe hiştibûn û derketibûn.
Wextê komîsîya lêpirsînê, Nîkol Paşînyan jî gotibû, wekî cîhwarkirina aşîtîparêzaye li Mêgrîyê bona wî jî xeta sor bûye. Û nava encamên gotûbêjkirinada ew gihîştine têkstekî, kîjanêda tu tişt derheqa sazkirina korîdorêda nedihate gotinê. Mêlkonyan gotîye, wekî qayîlnivîsara 9 ê mîijdarê tenê bona Ermenîstanê şuxulîye, Ermenîstanê hemû xalên qayîlnivîsarê mîyaser kirine, lê Adirbêcanê 50 î selefê jî nekirîye.
Me Xisabêrd da, cîhên mayîn jî rûsa pêşkêşî azêrîya kir. Em gerekê fem bikin wekî em gerekê qewînbin, bona ku li wir tu leşker neyêne cîhwarkirinê û em jî axa xwe biparêzin”,- parlamêntvan gotîye.







