H’emû nûçeSereke

Alîyê ermenî ji alîyê rûsîda pêşnîyara bona hevdîtinê nestendîye:berdevka wezîreta karên der

Alîyê ermenî ji alîyê rûsîda pêşnîyara bona hevdîtinê nestendîye. Derheqa wê yekêda berdevka wezîreta Ermenîstanêye karên der Anî Badalyanê gotîye  News.am.

Em bêjin, wekî pêşda wezîreta Rûsîyayêye karên der elametî derheqa wê yekêda belav kiribû, ku amadeye pêşerojêda li Moskvayê hevdîtina sêalî, ya wezîrên karên der teşkîlke, bona ku rêyên  mîyaserkirina pevketina gotûbêj bikin, bona ku têma qayîlkirina peymana aşîtîyê amade bikin.

Bi xeberdana derheqa elametîya wezîreta Rûsîyayêye karên derda, Anî Badalyanê gotîye, wekî derheqa wê elametîyêda şirovekirina zêde tune.

Wezîreta Rûsîyayêye karên der elam kirîye, wekî amadeye bi beşdarîya wezîrên Ermenîstanê û Adirbêcanêye karên der hevdîtinê teşkîlke.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button