H’emû nûçeSereke
Hemsedirên koma xebatê, ya parlamênta Avropayê gefxwerinên Elîyêv, yên hindava rojnamevana gunehkar kirine

Hemsedirên koma xebatê, ya parlamênta Avropayêye pirsên çapemenîyê Dêyvîd Kaza û Ramona Strûgarîû gefxwerinên Elîyêv, yên hindava rojnamevana gunehkar kirine. Elîyêv nava axaftina xweda gef li wan rojnamevana xwerîye, yên ku rêjîma wîye avtorîtar rexne dikin. Derheqa wê yekêda li malpera partîya Avropayêye miletîyê hatîye gotinê.
Hema meseleke wî cûreyî ya blogêr Mehmed Mîrzelîye, yê ku derheqa ruşetdayînê û ruşetxwerina girêdayî malbeta desthilatdarîya Adirbêcanêva belav dike.
Malperêda hatîye dîyarkirinê, wekî Mîrzelî tevî geleka ji rêjîma Elîyêv revîye, lê li Fransîyayê jî dijî wî cêribandina kuştinê hatîye mîyaserkirinê.







