Dorgirtina korîdora Laçînê û ya Qerebagê pêvajoya hevraxeberdana dide dijwarkirinê: Ararat Mîrzoyan

Dorgirtina korîdora Laçînê û ya Qerebagê pêvajoya hevraxeberdana dide dijwarkirinê.Derheqa wê yekêda wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan wextê hevdîtina sêalî, ya tevî wezîrê Rûsîyayêyî karên der Sêrgêy Lavrov û wezîrê Adirbêcanêyî karên der Cêyhûn Bayramov gotîye. Hevdîtin li Moskvayê pêk hatîye.
Mîrzoyan daye dîyarkirinê, wekî hevdîtin bi întênsîvî pêşda diçin, nava kîjanada encamên konkrêt hene û piştî kîjana alî dikarin bighîjine qayîlîyê, lê hene pirs, dora kîjana tabîyên alîya ji hev dûrin.
“Em dixwezin ku bi hevra bêne ser birîyarekê, lê halê li dinîyayê û bi taybetî ji alîyê Adirbêcanêda dorgirtina korîdora Laçînê û Qerebagê pêvajoya hevraxeberdana didine dijwarkirinê”,- wezîrê Ermenîstanêyî karên der gotîye.
Ewî daye dîyarkirinê,wekî li Qerebagê krîzeya hûmanîtarîye û halê niha nêzîkî qezîya hûmanîtarî dibe.
“Hal sehet bi sehet xirab dibe. Ne xurek, ne derman nakevine Qerbagê.Gaz û ênêrcîya êlêktrîkî hatine sekinandinê û heger mera li hev neyê ku em wê pirsê helkin û Adirbêcan dorgirtina Qerebagê nede sekinandinê, wî çaxî qezîya hûmanîtarî wê li ser pêvajoya hevraxeberdana tehsîrke.Ez careke mayîn diwekilînim, wekî alîyê ermenî li ser tabîya çêkirinêye.Emê hevraxeberdana berdewam bikin”,-wezîrê Ermenîstanêyî karên der gotîye.
Sêrgêy Lavrov jî daye dîyarkirinê, wekî Rûsîya hewaskare ku li Qafqasîya Başûr aşîtî û qewînbûn îzbatbe.







