Paşînyan têra dibîne wekî nava hevraxeberdanên Ermenîstanê û Adirbêcanêda tabîyên Rojavayê û Rûsîyayê dikarin nêzîkî hevbin

Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan difikire, wekî nava pêvajoya hevraxeberdanên Ermenîstanê û Adirbêcanêda tabîyên Rojavayê û Rûsîyayê nêzîkî hev dibin.
Serokwezîr wê gotina rojnamevanra qayîl nebû, ku Ermenîstan nava pêvajoya hevraxeberdanada Rojavayê înkar dike û usa jî bîr anîye, wekî girêdayî bûyarên Ûkraînayêra înîsîyatîva Rûsîyayê û aktîvîya wê kêm bûye.
“ Ez cedandinên Ştatên Yekbûyî bilind qîmet dikim. Bi rastî cedandinên mezin têne xebitandinê, ku peymana aşîtîyê bê morkirinê.Aktîvîya Rûsîyayêye nava hevraxeberdanada hinekî kêm bûye. Feqet ew yek ne ku wê yekêva girêdayîye ku naxwezin wê yekê bikin, lê ew yek bûyarên Ûkraînayêyva girêdayî bû.Nava tabîyên Rojavayê û Rûsîyayêda nêzîkbûn hene”,- serokwezîr gotîye.
Paşînyan daye dîyarkirinê, wekî nava salên dawîda gelek hevdîtin li ser dikên Rojavayê hebûne. Feqet ev yek ne ku bi wê menîyê qewimîye ku Ermenîstanê xwestîye Rûsîya der bimîne, lê menîyên obyêktîv hebûne.







