H’emû nûçeSereke
Armên Grîgoryan û Lûî Bono halê hûmanîtarîyî li Qerebaxê gotûbêj kirine

Sêkrêtarê şêwira ewlehkarîya Ermenîstanê Armên Grîgoryan şêwirmendê pirsên hevraxeberdanên Qafqasîyayê, hemsedirê koma Mînskêyî amêrîkî Lûî Bono qebûl kirîye.
Beşdarên hevdîtinê pêvajoya normalkirina heleqetîyên ermenîya-azêrîya gotûbêj kirine û paşê derheqa pirsên maf û ewlehkarîya cimeta Qerebaxêda xeberdane.Armên Grîgoryan halê krîzeya hûmanîtarî, ya li Qerebaxê û encamên wê raber kirîye, usa jî derheqa vekirina korîdora Laçînêda daye dîyarkirinê.
Alîya pirsên dualî gotûbêj kirine.







