H’emû nûçeSereke

Paşînyan bangî Adirbêcanê kirîye ku ji derbgîhandina hindava dîyaloga Bekû-Stêpanakêrtê paşda bisekine

Bi hesabhildana wê yekê, wekî dijwarîyên mezin hene, mecal heye ku em bighîjine aşîtîya qewîn û wededirêj. Derheqa wê yekêda Nîkol Paşînyanê serokwezîr wextê civîna hukumatê gotîye.

“Ez bangî Adirbêcanê dikim, ku ew ji gavên kêmkirina wê mecalê û usa jî ji derbgîhandina dîyaloga Bekû-Stêpanakêrtê dûr bimînin. Korîdora Laçînê girtîye û destpêka vê hevtê jî ji avtomaşîna xaçê Sor nexweşê ku cîguhastî Yêrêvanê dikirin, binelîyê Qerebaxê Vagîf Xaçatryan revandine.

Çawa gaveke bona rojeva aşîtîyê, ez bang dikim, ku pêşîya barê hûmanîtarî, ya ku ji alîyê Ermenîstanêda bona Qerebaxê hatîye şandinê, negrin”,- Paşînyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button