
Konsûla Brîtanîyayêyî li Hewlêrê Rozî Kêyvê elametîya serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, ya derheqa dîyarkirina rojên hilbijartinên parlamênta Kurdistanê silav kirîye û bangî hemû alîya kirîye ku ew bi konstrûktîvî beşdarî vê proseyê bibin.
Serokê Herêma Kurdistanê 3 ê tebaxê emirnivîsar îmze kirîye, li gorî kîjanê 25 ê sibata sala 2024 a gerekê hilbijartinên parlamênta Herêma Kurdistanê bêne derbazkirinê.
“Em elametîya serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, ya hilbijartinên parlamêntîyêye 25 ê sibata sala 2024 a silav dikin”,-Rozî Kêyvê gotîye.
Wekîltîyên dîplomatîyêye mayîn jî, yên li Hewlêrê û Bexdayê birîyara serokê Kurdistanê silav kirine.
Bayloza Ştatên Yekbûyîye li Îraqê Alîna Ramanovskîyê jî gotîye wekî baylozxana amêrîkî û konsûlxana li Hewlêrê ev elametî silav kirine.
Konsûlxana Almanîyayêye li Hewlêrê jî bi elametîya wî cûreyîva pêşda hatîye.
Konsûlxanên Fransîyayê û Nîdêrlanda jî, yên li Hewlêrê, usa jî baylozxana Îtalaîyayêye li Bexdayê ev yek silav kirine.







