Qerebax qampeke mezine li kîderê Adirbêcan komkujîyê mîyaser dike:Arayîk Harûtyûnyan

Serokê Qerebaxê Arayîk Harûtyûnyan dibêje, wekî li Qerebaxê komkujî tê mîyaserkirinê.
“Em hesabkin wekî Qerebax qampeke mezine, li kîderê Adirbêcan komkujîyê mîyaser dike.Em niha îdî hatine ser wê fikirê, wekî eva komkujîye.Nava goveka saxlemîxweyîkirinêda kêmasîya dermanaye mezin heye. Gelek meriv ji nexweşîyên kronîk wefat dibin. Mesele nexweşîyên girêdayî sîstêma xwînêra nava nîveka salêye ewlinda du cara zêde bûne. Girêdayî jinên hemlera, zaroka û nexweşîyên kronîkra, hal nebaşe û gelek menîyên başqe jî hene”,- wextê hevpeyvîna tevî têlêvîzîyona Qerebaxê Arayîk Harûtyûnyan gotîye.
Arayîk Harûtyûnyan bîr anîye, wekî ewî Qerebax çawa zona qezîyayê nav kirîye û hêvîdar bûye wekî civaka navneteweyî hema qet na piştgirîya hûmanîtarî wê bide.Arayîk Harûtyûnyan daye dîyarkirinê, wekî Ermenîstan ya ewline ku bersiv daye, alîkarîya hûmanîtarî şandîye, ya ku li ber korîdora Laçînê sekinîye, çimkî Adirbêcanê rîya Qerebaxê daye girtinê.
Arayîk Harûtyûnyan usa jî gotîye, wekî rûyê dorgirtina Adirbêcanêda êkonomîka Qerebaxê xirab bûye, bona dasekinandina kîjanê bi deha sal wê lazim bên.
“Dêmek em dibine şedê komkujîyê,em gava plan dikin”,- Arayîk Harûtyûnyan gotîye.







