
Serokkomarê Tirkîyayê Êrdogan beşdarbûna Enqerê di şerê sala 2020 î ya dijî ermenîyên Qerebaxê îzbat kir.
“Bi saya hevkarîya me ya bi Adirbêcanêra, Qerebax hat rizgarkirin”,-ewî gotîye.
Êrdogan wê bawerîyêda ye ku piştî êrîşên Tirkîyayê û Adirbaycanê, îhtîmala parastina aştî û aramîyê li Başûrê Qafqasyayê heye.
Berhemên vê aştîyê û îstîqirarê bi tevahî li gelê Qerebaxê yê ku ji peywendîya bi cîhana derve re bêpare, ku ji ber dorpêçkirina korîdora Laçînê ji alîyê Adirbêcanê ve rû bi rû qeyraneke mirovî ya giran bûye, tê dîtin.
Êrdogan dîyar kir ku Tirkîyayê her warîda têkilîyên xwe yên bi Adirbêcanê ra wê hê qewîn bike.







