H’emû nûçeSereke

Em li Qerebaxê şedê komkujîyêne:

Rojnama almanîye Die Zeit ê  derheqa dorgirtina Qerebaxêda, ya ji alîyê Adirbêcanêda mîyaserkirî nivîsîye û daye dîyarkirinê, wekî Bekû cimeta Qerebaxê kirîye nava xelayê.

Gotarêda hatîye gotinê, wekî Qerebax ji dinîyayê hatîye qetandinê.Xurek û derman nagihîjine wir û rûyê tunebûna pêtrolêda avtomaşînên ambûlansê nikarin bighîjine nexweşa. Dikan valane, lê meriv jî bi seheta bona nan sirê disekinin û nikarin nan bistînin.

“Em kêra jî xeberdin van roja li Qerebaxê komkujî tê mîyaserkirinê.Ev cimet zêrandinên xwe bûyarên sala 1915 a va didine girêdanê, dema ku împêratorîya osmanî hetanî mîlyon nîvek ermenî dane tunekirinê”,- gotarêda hatîye nivîsarê.

Bi gotina xudanê gotarê, dîktatorê Adirbêcanê Elîyêv gefa duxwe, ku yan nava teşkîla welatê wîda bimînin, yan jî ji wir dûrkevin.

“Eva îdî serê mehekêye wekî 120 000 ermenîyên Qerebaxê li ber xelayê sekinîne. Ermenî ji wekilandina dîrokê ditirsin û derheqa wê yekêda  bi dengê bilind dibêjin. Ew yek usa jî dide kifşê, ku çawa dikarin bin dîktatorîya Adirbêcanêda bijîn.Temamîya dinîyayê li ber çevê xwe dibîne ku heger ew bikevine bin desthilatdarîya Adirbêcanê, halê wan wê çi cûreyîbe”,- rojnama almanî nivîsîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button