H’emû nûçeSereke

Adirbêcan bona Ermenîstanê qezîya faşîzmêye nû amade dike: Arman Tatoyan

Şedetîya aşîtîhizîya Adirbêcanêye bi sirê ya qelp çar roj pêşda bi têlêvîzîyona desthilatdarîyê dîyar bû.Bi têlêvîzîyona dewleta Adirbêcanê temamîya têrîtorîya Ermenîstanê bi xerîta wan çawa Adirbêcan tê raberkirinê. Derheqa wê yekêda parêzerê mafên mêrivî berê, Arman Tatoyan rûpelê xweyî  faceboo da nivîsîye.

“Armanca desthilatdarîya vî welatî yê bona aşîtîyê tune û ew bona Ermenîstanê qezîya faşîstîye nû amade dike. Gilî derheqa kîjan aşîtîyêdane?: çiqasî ber daxuyî ewê diha zêde bixweze.

Eva tenê pirsa xerîtê nîne, lê beşeke sîyaseta dewletêye koordînasîyakirîye, ya ku dijî Ermenîstanêye, him bona aûdîtorîya hundur, him jî bona ya der.Em vî hemû tiştî gerekê rast qîmetkin, bona ku em bikaribin bi kardarî dijî wan şerkarîyê bikin”,- Tatoyan nivîsîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button