H’emû nûçeSereke

Adirbêcan hemû mecala dide xebatê ku binelîyên edil ji welatên wan bide derxistinê: Marûkyan

Adirbêcan deşta genim, ya tek-tenê, ya gundê Qerebaxêyî Sarûşênê bin agirda xweyî dike, bona ku binelîya bêyî nan bihêle.Derheqa wê yekêda baylozê Ermenîstanêyî pirsên mexsûs Êdmon  Marûkyan Twittere da nivîsîye.

“Dêmek, ji alîkîva Adirbêcan îzinê nade ku  ji Ermenîstanê eşîyayên hûmanîtarî, ar û xurekê mayîn bighîje Qerebaxê, lê ji alîkî mayînva jî li ser gundîya agir dike, îzinê nade ku ew genim berevkin û nan çêkin.

Alîyê vê pirsêye hûmanîtarî sîyaseta Adirbêcanêye paqijkirinên êtnîkîye, lê pirsgirêka hîmlî ewe, wekî Adirbêcan hemû mecala dide xebatê, ku merivên edil ji welatê wan bide derxistinê, li kîderê ew bi sedsala mane.

Tê bêjî civaka navneteweyî naxweze bêje ku nikare wê yekê bide çareserkirinê, ku binelîyên edil ji deştên xwe genim berevkin û ne jî wê gihîştina wê alîkarîya hûmanîtarî bide çareserkirinê, ya ku îdî serê sê hevtîyaye ku li korîdora Laçînê sekinîye”,-Marûkyan nivîsîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button