H’emû nûçeSereke

Hukumata Bêlçîkayê birîyar kirîye ku li Yêrêvanê baylozxanê bide vekirinê

Serokê parlamênta Ermenîstanê Alên Sîmonyan dêlêgasîya bi serkarîya wezîra  Bêlçîkayêye karên der Haca Lahbîbê qebûl kirîye. Derheqa wê yekêda ji parlamênta Ermenîstanê ragîhandine.

Bi silavkirina mêvana, Alên Sîmonyan gotîye, wekî hevkarîya parlamêntên Ermenîstanê û Bêlçîkayê mecaleke girînge bona pêşxistina pêwandîyên di navbera herdu welatada. Ewî birîyara hukumata Bêlçîkayê, ya derheqa vekirina baylozxana li Yêrêvanê çawa şedetîya hevkarîya qewîn hesab kirîye.Alîya dîyaloga di navbera Ermenîstanê û Bêlçîkayêda bilind qîmet kirine.

Wextê hevdîtinê halê li Qerebaxê bûye têma sereke.Alî hatine ser wê fikirê, wekî  korîdora Laçînê gerekê lez bê vekirinê. Serokê parlamênta Ermenîstanê gotîye, wekî ew hêvîdare, ku nava pirsa ewlehkarîya binelîyên Qerebaxê, hevkarên ji Bêlçîkayê wê gavên praktîk biavêjin. Ewî derheqa pêwîstîya beşdarîya mêxanîzmên navneteweyîda, ya nava pirsa dîyaloga Bekûyê û Stêpanakêrtêda û usa jî gotûbêjkirinên derheqa xebitandina sanksîyayên dijî Adirbêcanê girîrng hesab kirîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button