H’emû nûçeSereke

Em dewê ji serokê Fransîyayê dikin ku ew korîdora Laçînê dayne bin parastina navneteweyî: sênator

Em dewê dikin ku serokê Fransîyayê li şêwira ewlehkarîyê ya organîzeya Netewên Yekbûyî bighîje qebûlkirina rêzolyûsîyayê, kîjanê îzinê bide ku korîdora Laçînê bê vekirinê û ew bikeve bin parastina navneteweyî. Derheqa wê yekêda bi prêss-konfêransa onlayn, ya tevî serokê Qerebaxê, endamê Sênata Fransîyayê Brûno Rêtayo gotîye.

“Menîya seredana meye li Ermenîstanê ewe, wekî niha trajêdîya diqewime. Ew çi ku îro diqewime, Qerebaxê werguhêzî hebsê dike”,-ewî gotîye.

Bi gotina wî, ew çi ku roja îroyîn diqewime berbi komkujîyê û paqijkirinên êtnîkî dibe.

“Cêribandina komkujîyê û paqijkirinên êtnîkî dijî 120 000 merivîye, nava kîjanadanin usa jî 30 000 zarok. Halê pêşdahatî gorî konvênsîya derheqa îzinnedayîna komkujîyêye.Hal gelekî zelale û niha wedê elametîya nîne.

Em niha li virin ku bêjine hevalên xweye ermenî, wekî me tu tişt bîr nekirîye.Pêwandîyên dîrokî û qîmetîyên tomerî me hevva didine girêdanê”,-Brûno Rêtayo gotîye.

Em bêjin, wekî ji alîyê bajarê Fransîyayê û nehîyên mayînda deh avtomaşînên hûmanîtarî bona Qerebaxê hatine şandinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button