H’emû nûçeSereke

Armên Grîgoryan halê li ser sînor raberî baylozên welatên der kirîye

Sêkrêtarê şêwira ewlehkarîyê Armên Grîgoryan rûpelê xweyî facebook da nivîsîye wekî ew rastî bayloz û wekîltîyên dîplomatî, yên welatên dere li Ermenîstanê hatîye.

“Min bi hûrgilî derheqa halê li ser xeta sînorê Qerebaxê, usa jî bi dirêjaya sînorê Ermenîstanê û Adirbêcanê, derheqa berevbûna hêzên azêrîyaye li wir, raberî dîplomatên welatên der kirîye. Min kirîzeya hûmanîtarîye li Qerebaxê, ya ku roj bi roj kûr dibe, raberî guhdarîya serokên wekîltîya kirîye. Min daye dîyarkirinê,wekî  girînge hevkarên navneteweyî cedandina bidine xebatê, ku agrêsîya Adirbêcanê bê pêşîgirtinê”,-Grîgoryan nivîsîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button