Diqewime Adirbêcan îzinê nede ku li Qerebaxê desthilatdarîya dewletêye tam bixebite: pêşezan

Pêşezanê pirsên herêmî Armên Pêtrosyan difikire wekî Adirbêcan û Tirkîya dicêribînin usa bikin, ku Ermenîstan berbi berdaxustinên yekalî here.
Bi fikira pêşezan ev hemû tişt bi rîya berevbûnên li ser sînor, bi êrîşên dîplomatî, propagandayê, pisîxolocî û bi gefxwerina şerê nû tê kirinê.
Pêtrosyan dibêje, wekî diqewime Adirbêcanê bicedîne ku îzinê nede li Qerebaxê desthilatdarîya dewletê tam bişuxule.
“Tunebûna bersiva pirsên derheqa herêma Qafqasîya Başûrda, ya wextê hevdîtina Pûtîn- Êrdoxan nade kifşê, wekî wî alîda gotûbêjkirin û pevketin tunebûn. Derheqa wê yekêda bi dengê bilind nayê gotinê”,- pêşezan rûpelê xweyî facebookê da nivîsîye.
Bi gotina wî, zêdebûna sertbûna halê di navbera Rûsîyayê û Ermenîstanêda alî mecala şerê nû dike û usa jî diqewime halê Ermenîstanêyî hundur jî sertbe. Feqet li piş perdê hevraxeberdanên aktîv pêşda diçin û alîyên cuda-cuda beşdar dibin. Teribandina wan hevraxeberdana wê îşiqa kesk bona şerê nû bide.







