Adirbêcan xelayê çawa mecala bona tunekirina ermenîya dide xebatê: wezîrê Qerbaxêyî karên der

Wezîrê Qerebaxêyî karên der Sêrgêy Gazaryan hevpeyvýîn daye rojnama fransîye Ouest-France ê û derheqa halê Qerebaxêyî hûmanîtarîda raber kirîye, yê ku rûyê ji alîyê Adirbêcanêda dorgirtina korîdora Laçînêda pêşda hatîye.
Gazaryan daye dîyarkirinê, wekî Adirbêcan propaganda xweye gefxwerinê û sîyaseta komkuj berdewam dike. Ewî gotîye, wekî pêşda rîya êrnêrgîya êlêktrîkî û usa jî gazê, yên ku ji Ermenîstanê diçine Qerebaxê, hatîye girtinê. Paşê alîyê Adirbêcanê li korîdora Laçînê bi neqanûnî posta xwe danîye. Ji 15 ê hezîranêda korîdora Laçînê bi temamî hatîye girtinê, ya ku rîya tek-tenêye, ku Qerebaxê Ermenîstanêva dide girêdanê. Bi gotina wezîrê Qerebaxêyî karên der ev yek qezîya hûmanîtarîye.
“Li Qerebaxê menîya mirinêye sêem birçîbûne. Pêşezanên navneteweyî wê yekê çawa komkujî qîmet dikin.Adirbêcan xelayê çawa mecala bona tunekirina ermenîya dide xebatê.Gerekê mecal bêne xebitandinê. Heger usa neyê kirinê, paşê wê derengbe”,- wezîrê Qerebaxêyî karên der gotîye.







