H’emû nûçeSereke

Ermenîstan nikare vêktora sîyaseta der biguhêre: Paşînyan

Serokwezîrê Ermentîstanê Nîkol Paşînyan dide bawarkirinê, wekî Ermenîstan  nikare vêktora sîyaseta der biguhêre û ew yek li gorî berjewandîyên dewletê dîyare.

Li gorî ragîhandina “Armênprêss” ê, Paşînyan derheqa wê yekda gotîye rojnamevana.

Serokwezîr gotîye, wekî sîyaseta Ermenîstanêye der zelale.Ewî gotinên derheqa wê yekêda, yên derheqa guhartina sîyaseta Ermenîstanêye derda çawa yên nerast hesab kirîye.

“Ermenîstan nikare vêktora sîyaseta der bi wê fikirê biguhêre, çimkî sîyaseta Ermenîstanêye der dîyare, li gorî berjewandîyên dewleta Ermenîstanêye”,-Paşînyan gotîye.

Bi axaftina derheqa nama ser navê serokê Rûsîyayê Vladîmîr Pûtîn, serokwezîr gotîye, wekî nava wê namêda qîmetkirina halê li ser sînorê ermenîya-azêrîya û Qerebaxê-Adirbêcanê hatîye raberkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button