H’emû nûçeSereke

Wextê hevdîtina li Granadayê di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda wê dokûmênt neyê îmzekirinê

5 ê cotmehê li Granadanayê, nava çarçoveya civîna avropîda, wextê hevdîtinê di navbra Ermenîstanê û Adirbêcanêda wê dokûmênt neyê îmzekirinê.Derheqa wê yekêda, wextê qisa tevî rojnamevana, serokwezîrê Ermenîtstanê Nîkol Paşînyan gotîye.

Bi axaftina  derheqa wê yekêda ku gelo 5 ê cotmehê li Granadayê wê dokûmênt bê îmzekirinê, yan na, Paşînyan gotîye: “Mixabin, na. Heger tiştekî usa têra bihata dîtinê, wê bihata kifşê, ku ew dokûmênt anegorî berjewandîya Ermenîstanêye û em amadene îmzekin. Me gotîye, wekî rojeva aşîtîyê  pirsa meye  serekeye û em dixwezin lez, mesele hetanî dawîya salê yan jî destpêka sala tê peymana aşîtîyê tevî Adirbêcanê îmzekin.Em hemû tiştî bona wê yekê dikin.Minê bixwesta bigota, wekî li Granadanayê dokûmêntê bê îmzekirinê. Em hêvîdarin,  wekî emê bi întênsîvî hevraxeberdana berdewam bikin û emê bighîjine helkirina pirsê”.

Ewî gotîye, wekî krîzeya hûmantîtarîye li Qerebaxê, dorgirtina korîdora Laçînê, tehsîra xirab li ser pêvajoya aşîtîyê dihêlin.Paşînyan serda zêde kirîye, wekî li ser wê yekê wedekî dirêj hatîye xerckirinê û heger ev hal usa nîbûya, ev wede wê li ser peymana aşîtîyê bihata xebitandinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button