Lîtva piştgirîya xwe ya ji bo serwêrî û yekparçeya axa Komara Ermenîstanê dubare dike: serokwezîr Şîmonît

Lîtva piştgirîya xwe ya ji bo serwêrî û yekparçeya axa Komara Ermenîstanê dubare dike.
Bi ragîhandina “Armênprêss” ê piştî rasthatina tevî serokwezîrê Ermenîstanêye li Yêrêvanê, serokwezîra Lîtvayê Îngrîda Şîmonîtê elam kir.
“Pêwendîyên gelên me yên dostîyê bûne. Û em bi tecrûbeyên dîrokî yên wekhev, tecrûbeyên bindest, ji bo serxwebûnê şer dikin,hilbijartina dêmokrasîyayê û pêva dilsoz bimînin”,-serokwezîra Lîtvayê gotîye
Şîmonîtê da kifşê ku ew kubare ku Lîtva dewleta yekemîn bû ku sala 1991 ê serbestîya Ermenîstanê nas kir.
“Û ez kêfxweşim ku îro li virim û piştgirîya Lîtvayê ya ji bo serwêrî û yekparçeya axa Ermenîstanê û herwiha pabendbûna hukumeta we ji bo berdewamkirina avakirina Ermenîstaneke dêmokratîk û rêformkirî dubare dikim”,-serokwezîra Lîtvayê got.







