SerekeSîyasî

Tirkîya dijî Rojavayê û Îsrayêlê : pêwandîyên sertbûyî, yan lîstika dîplomatî?

Serokê Tirkîyayê meşeke nû dijî Rojavayê destpê kirîye û bona tabîya cuhûyaye agrêsîv welatên avropî gunehkar kirîye.Ew dîsa axaftinên dijî Îsrayêlê berdewam dike û cêrge welata gunehkar dike, ku ew piştgirîyê didine Îsrayêlê.Çawa bersiva axaftina Êrdogan, Îsrayêl gefa duxwe ku pêwandîyên  tevî Tirkîyayayê lê binihêre, lê berî wê yekê jî dîplomatên xweye ji Enqerê paşda anîne û dew kirîye ku dîplomatên tirk ji Îsrayêlê dûrkevin. Pêşezan nava wê yekêda qelptîyê texmîn dikin.

Tirkzan Tîran Lokmagyozyan nava wê yekêda menîyên başqe dibîne: “Usa nîne, wekî Tirkîya yan jî Êrdogan bona felestînîya xwe kuştîye, wê yekê tenê bona berjewandîyên xwe didine xebatê.Berjewandîke wî jî ewe, wekî ewî xwe çawa parêzerê musulmanên dinîyayê elam kirîye û bo wê yekê jî ew bixweze, yanê nexweze, gerekê li rex felestînîya bisekine”. Gelek pêşezan jî dibînin wekî ev yek lîstike, çimkî heger Êrdogan bona felestînîya xemgîne,wî çaxî bona çi ew rîya nefta bona Adirbêcanê nagire, ya ku Tirkîyayêra diçe Îsrayêlê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button