Her binpêkirineke serwêrî û yekparçebûna axa Ermenîstanê wê encamên giran pêşda bîne: dêparptamênta ŞAY

Dêpartamênta Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî piştovanîya xwe ya bi hêz bo serwerî û yekparçeyîya axa Ermenîstanê dupat kir û bersiva daxwaza xizmeta ermenî ya “Dengê Amêrîka” ê ya têkildarî nîgêranîya înstîtûta Lêmkîn ya derbarê Ermenîstan û Adirbêcanê da.
Em bîr bînin ku înstîtûta Lêmkîne pêşîlêgirtina gênosîda, 31 ê cotmehê hişyarîya ala sor ragihandibû û dilgiranîya xwe ji îhtîmala ku Adirbêcanê roj û hefteyên pêşda êrîşî ser Ermenîstanê bike, raber kir.
Bersiva pirsa “Dengê Amêrîka” ye dêpartamênta Amêrîkayê tekezî li ser wê yekê kir ku her binpêkirina “serwêrî û yekparçeyîya axa Ermenistanê wê encamên cidî bi xwe re bîne”: daxuyanîya dêpartamênta dewletêda tê gotinê:
“Amêrîka bi birîyar piştgirîyê dide serwêrî û yekparçebûna axa Ermenîstanê. Me tekezî li ser wê yekê kir ku her binpêkirina serwerî û yekparçebûna axê wê encamên giran bi xwe re bîne. Em bi berdewamî tekezî li hêvîyên xwe dikin, wek şîretkirina li dijî bikaranîna hêzê, û bi berdewamî çavdêrîya rewşê dikin. Ermenîstan dosta Amêrîkayêye nêzîke û em li wê bendê ne ku bi serokatîyên Ermenîstanê re ji bo bihêzkirina ewlekarîya sîyasî û aborî ya Ermenîstanê bixebitin”,- dêpartamênta Ştatên Yekbûyî daye kifşê.







