H’emû nûçeSereke

BBC ê derheqa nêzîkbûna hindava mafên ermenîyên Qerebaxê gotar belav kirîye

BBC ê gotarek belav kirîye, kîjanêda derheqa netewên Adirbêcanêye kêmjimar û pêrspêktîvên mîyaserkirina mafên ermenîya daye dîyarkirinê.

“Adirbêcan soz dide ermenîya ku civakê bide întêgrasîyakirinê, pêra jî ziman û çandê biparêze. Li welêt dîroka derheqa pêwandîyên tevî netewên kêmjimar hêsa nîne”,- gotarêda hatîye dîyakirinê.

 Netewên kêmjimar  pênc selefê  binelîyên Adirbêcanêne (pêşezanên Adirbêcanî wê bawerîyêdanin ku serjimêrîya sala 2019 a bi wijdanî nehatîye kirin û guman li ser hejmara hûrgelên netewî hene). Her wiha, rûs û gurc ji yên din zêdetir xwedî derfetên hînbûna zimanê xwe û pêşxistina çanda xwe ne. Lêkolîner di bersiva vê pirsê da ku çima Adirbêcan erkên xwe yên di warê parastina mafên hûrgelên netewî de pêk nayîne, amaje bi wê yekê dikin ku neteweya Adirbêcanê hîn di qonaxa avabûnê de ye û neteweperwerîya Adirbêcanê tenê ji destpêka sedsala 20 î da, paşê ji dayîk bûye.

 “Nava encamê opêrasyona leşkerî ya Adirbêcanê ya meha îlonê de, herêma Qerebaxê ku ermenî lê dijîn, vegerîya bin kontrola Bakûyê. Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî, ji deh hezaran zêdetir ermenî li herêmê mane. Ji bo yên din, rayedaran malperek ji bo qeydkirin û wergirtina pasaporta Adirbêcanê vekirine û serok Elîyêv jî di wê bawerîyê de ye ku ermenî dê bi awayekî serketî întêgrasîya bibin.

Serokatîyên Adirbêcanê ji bo ermenîyên Qerebaxê ji bo cotkaran û gumrikê, pereyên civakî, avakirina rêveberîya herêmî bi hilbijartinên şaredarîyan û her wiha parastina ziman, bawerî û çandê ji ermenîyên Qerebaxê re alîkarî raber kirin.

Li Adirbêcanê hilbijartin bi binpêkirinan tên kirin. Şîdeta polîsan serdest e û dêrên ermenîyan yên agvanî tên elamkirin. Herweha, ne dîyar e ka gelo civaka Adirbêcanê ji rastîyên nû ra amade ye yan na. Zimanê nefreta li himberî ermenîyan hîn li dibistanan belav dibe. Dîroknas Arîf Yûnûs wiha got: “Ermenî  li dibistanan kîjan pirtûkên dersê bixwînin? Hemû çîroka wan cuda ye, lehengên wan dijminên me ne, fikra wan ya li ser Qerebaxê berevajî ya meye”.

Sosîolog Sêrgêy Rûmyansêv jî dîyar kirîye, piştî koça mezin ya ermenîyan ji Qerebaxê, xuya ye ku pirsa mafên wan wateya xwe winda kiriye. “Gelo em hin mafan bidine komeke êtnîkî ya ku tune ye?” Û eger ermenî vegerin, Bakû belkî, ji ber sedemên îmaja navneteweyî, ji wan re şert û mercan çêbike, ku di vê rewşê de ew ê bikaribin, wek nimûne, bi zimanê xwe yê zikmakî hîn bibin, Rûmyansêv difikire. Lê li gorî lêkolîner, dema ku rojnamevan yan sîyasetmedar serdana herêmê bikin, dê jîyanek bi tevahî îzole be, û niştecîh neçar in ku dilsozîya xwe ji serok re diyar bikin. Ez difikirim ku her tişt bi vê formatê gengaz e. Lê gelo hêjayî gotinê ye ku şert û mercên wiha parastina mafên komên etnîkî bikin? Ji rapora komîteya xaçê Sor ya navneteweyî, ku xebatkarên wê li Qerebaxê bûn, tê dîtin ku bi piranî kesên extîyar û yên ku nikaribûn derkevin, li Stêpanakêrtê (azerî jê re dibêjin Xankendî) man. Rapora Neteweyên Yekbûyî diyar dike ku di vê qonaxê de “zehmet e ku meriv fêr bibe ka dê nifûsa herêmî vegere”,- ВВС  ê daye kifşê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button