H’emû nûçeSereke

Ararat Mîrzoyan diçe Brîtanîyayê

Wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan wê bi seredana fermî 13-14 ê mijdarê li Brîtanîya Mezinbe. Ji wezîreta Ermenîstanêye karên der elam kirine, wekî Ararat Mîrzoyanê rastî wezîrê Brîtanîyayêyî karên der bê û wî çaxî jî civîna ewlin, ya dîyaloga herdu welataye stratêcî wê pêk bê. Wextê seredanê, gotûbêjkirin û hevdîtinên başqe jî têra hatine dîtinê.

Meha gulanê, wezîrê Ermenîstanêyî karên der li Yêrêvanê wextê prêss-konfêransa tevî wezîrê brîtanî Lêo Dokêrtî gotibû:

“Em dîyaloga stratêcî, ya di navbera Ermenîstanê û Brîtanîya Mezinda girîng hesab dikin. Em qîmet didine hevkarîya dualî û em hêvîdarin ku emê bi cedandinên tevayî qewata nû bidine hevkarîya dualî”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button