Adirbêcanê 200 çargoşe kîlomêtr axa Ermenîstanê dagir kirîye: Rûbînyan li Bîşkêkê bi axavtin pêşda hatîye

Adirbêcanê niha 200 çargoşe kîlomêtr axa Ermenîstanê dagir kirîye. Derheqa wê yekêda wextê civîna Hevalbendîya Welatên Serbest, ya parlamêntîyê, cîgirê serokê parlamênta Ermenîstanê Rûbên Rûbînyan gotîye.
“Nava van sê salên dawîda, wextê opêrasîyonên dijî axa Ermenîstanê, Adirbêcanê nava encamên wan opêrasîyonada nêzîkî 200 çargoşe kîlomêtr axa Ermenîstanêye serbixwe dagir kirîye”,-Rûbînyan gotîye.
Bi gotina wî,Ermenîstan xebata xweye tevî Adirbêcanê, ya bona qayîlnivîsara aşîtîyê û îzbatkirina pêwandîya berdewam dike, lê dibêje wekî nava qayîlnivîsarêda gerekê yekîtîya axa welêt û serbixwetîya wê bê naskirinê.
Tabîya Ermenîstanê dîsa ewe, ku li ser hîmê sê prînsîpên hevraqayîlkirî îzbatbûna pêwandîya mîyaserbe.Prînsîpa ewlin dibêje wekî Ermenîstan û Adirbêcan yekîtîya têrîtorîyayên hevdu naskin.
Pîrînsîpa duem ewe, ku dîyarkirina sînora li ser hîmê dêklarasîya Alma Atayêye sala 1991 ê û usa jî li ser hîmê xerîtên salên 1974-1990 î, bê mîyaserkirinê.
Prînsîpa sêemîn jî derheqa vekirina rêyên herêmîdane, ya ku gerekê li ser bingeha serbixwetîya wan welata û wekehevtîyê bê mîyaserkirinê.







