H’emû nûçeSereke
Nava neh mehên dawîda zêdaya kara dewletê gihîştîye 9,2 selefî: em hedefên têradîtîra zêdetir pêşda diçin: Kêrobyan

Nava neh mehên dawîda zêdaya kara dewletê gihîştîye 9,2 selefî.Derheqa wê yekêda wezîrê Ermenîstanêyî êkonomîkayê Vahan Kêrobyan gotîye rojnamevana.
“Nenihêrî hemû dijwarîya, hukumat hedefên li gorî byûcêya sala 2013 a, derbaztir bûye û dewsa 7 selefa gîhandîye 9,2 selefî”,- ewî gotîye.
“Wextê gotûbêjkirina byûcêya sala 2023 a, min gotibû wekî ji sê rîska yek jî kêmasîya qewata xebatêye, pirsgirêkên transportê û ewlehkarîyê hene”,- wezîr gotîye û serda zêde kirîye, wekî jîyana îroyîn daye kifşê, ku têradîtinên wî yên rastin.







