H’emû nûçeSereke

Rûsîyayê nehêle ku em tevî Adirbêcanê peymana aşîtîyê îmzekin: Gagîk Mêlkonyan

Rûsîyayê nehêle ku em tevî Adirbêcanê peymana aşîtîyê îmzekin, bona ku ew bikaribe tabîya xwe li Qafqasîya Başûr xweyke. Derheqa wê yekêda parlamêntvanê ji partîya “ Peymana sîvîl”, Gagîk Mêlkonyan gotîye News.am ê.

“Usa  nîne ku Adirbêcan tê peymana aşîtîyê îmzeke û kirinên Rûsîyayê jî li vir tunene. Me kirina wan dît, ku çawa peymana 9 ê mijdarê mîyaser kirin.

Rûsîya naxweze ji Qafqasîya Başûr derkeve. Ew “Korîdora Zangêzûrê” dixweze. Marîya Zaxarova dibêje, wekî li gorî peymana 9 ê mijdarê rîya Zangêzûrê gerekê rûs kontrolkin.Dêmek peymana 9 ê mijdarê nehatîye mîyaseîrkirinê, Qerebax bi temamî dane valakirinê û niha jî xala 9 a maye û dixwezin bên, li wir bisekinin. Gelo em nikarin rêyên xwe biparêzin? Me bona xatirê Qerebaxê hemû tişt dikir ku ew li wir bimîne.Niha cimeta Qerebaxê dane derxistinê û leşkerên me jî girtine. Ew yek hema bi qayîlîya rûsa qewimîye. Qerebax bi temamî dan, niha jî wê rêyê dixwezin.

Salên 1990 î Qerebaxa Deştê ji ermenîya dane valakirinê. Wî çaxî Şahûmyan û Gêtaşên vala kirin.Hema ew yek jî li vir kirin û niha jî Zangêzûrê dixwezin. Niha meriv dikare bifikire, wekî piştî mehekê jî Zangêzûrê bidin azêrîya û bêjine wan ku ev axa weye?”,- Mêlkonyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button