H’emû nûçeSereke

Xêncî bomba atomê, meriv dikare bêje wekî hemû tiştên Adirbêcanê hene: Alên Sîmonyan derheqa sîlihada

Serokê parlamênta Ermenîstanê Alên Sîmonyan derheqa nerazîbûna Adirbêcanêda xeberdaye, ya ku girêdayîye ji alîyên Ermenîstanêda kirîna sîlihava.Li gorî ragîhandina “Armênprêss” ê, serokê parlamênta Ermenîstanê daye dîyarkirinê, wekî Adirbêcan girêdayî wê yekêra qalme-qalmê bilind dike, wekî Ermenîstan sîlihên xweparastinê dest tîne, lê ew bi xwe jî xwe sîlih dike.

“Ermenîstan avtomaşînekê yan du avtomaşîna dikire, Adirbêcan qalme-qalmê bilind dike. Xêncî bomba atomê, hemû tiştên  Adirbêcanê heye û ew dicêribîne li ber cîhanê raberke, wekî giva Ermenîstan xwesîlih dike û planên wêye êrîşkirinê hene.Ez dixwezim bi fermî bêjim wekî armanca Ermenîstanêye bona êrîşkirinê tune. Civaka navneteweyî gerekê guhdarbe, wekî Adirbêcan roja îroyîn bahê mîlyarda dolara sîliha dikire. Pirs pêşda tê, ku gelo ewqas sîlih Adirbêcanê çawa bike”,- Sîmonyan gotîye.

Bi gotina Sîmonyan, heger elametîyên Adirbêcanê bona girtina çevên civaka navneteweyî nînin,wî çaxî ew yek opêrasîyonava girêdayîye.

“Heger Adirbêcan derheqa aşîtîyêda dibêje, wî çaxî bona kifşkirina wê yekê gelek gav hene.Ew dikarin dîlên li cem  xwe aza berdin û wan prînsîpa mîyaserkin, yên ku hevra qayîlkirîne”,- Sîmonyan gotîye û daye zelalkirinê, wekî gilî derheqa wan hersê prînsîpadane, kîjan Ermenîstanê û Adirbêcanê bi navçîgarîya Yekîtîya Avropayê hevra dane qayîlkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button