Sereke

Niha zelal nîne ku Adirbêcan dora hersê prînsîpa qayîla peymana aşîtîyê morke, yan na: Paşînyan

Niha zelal nîne ku Adirbêcan dora hersê prînsîpa qayîla peymana aşîtîyê morke, yan na. Derheqa wê yekêda wextê weşana zindî, wextê dayîna bersiva pirsên welatîya, Nîkol Paşînyanê serokwezîr gotîye û serda zêde kirîye, wekî ew hersê prînsîp wextê hevraxeberdana bi hevra  dane qayîlkirinê.

“Ji wan prînsîpa yek ewe, wekî Ermenîstan û Adirbêcan yekîtîya têrîtorîyayên hev nas dikin.

Prînsîpa duem ewe, wekî hîmê dîyarkirina sînora dêklarasîya Alma Atayêye.Hema bi wê  dêklarasîyayê tê dîyarkiriê, wekî axa Ermenîstanê 29 800 çargoşe kîlomêtre, çimkî hêna Sovyêtê xerîtên salên 1974-1990 î hatine xebitandinê.

Prînsîpa sêem jî ewe, wekî rêyên herdu welata gerekê bêne vekirinê û ew rê gerekê bi qedirgirtina têrîtorîyayên hevdu bin kontrola wandabin.

Em nikarin li ser xwe guman bêjin, wekî Adirbêcan naxweze li ser van hersê prînsîpa peymana aşîtîyê îmzeke.Feqet  em usa jî nikarin bêjin, wekî Adirbêcan aminaya xweye hindava van hersê prînsîpa îzbat dike.Pêwîste ku wextê hevraxeberdana van pirsa bidine zelalkirinê.Hûn zanin, wekî pêşerojêda bona gotûbêjkirina roj hatîye dîyakirinê, bo ku pirsên xerîta û sînora gotûbêj bikin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button