SerekeSîyasî

Okampo raporta duem, ya derheqa komkujîya Qerebaxê belav kirîye

Okampo raporta duem ya li ser komkujîya Qerebaxa Çîya û behsa mêxanîzmayên pêşîlêgirtin û cezakirinê weşand, derheqa wê yekêda wezîrê  Komara  Qerebaxêyî dewletêyî berê Artak Beglaryan li ser rûpela xwe ya Facebookê elam kirîye.

“Dozgerê yekemîn yê dadgeha cezayê ya navneteweyî Lûîs Morêno Okampo rapora xwe ya duemîn ya li ser komkujîya gelê Qerebaxa Çîya ji alîyê Adirbêcanêda 18 ê kanûna sala 2023 a weşand.

Ev rapor balê dikişîne ser rewşa Qerebaxê, û tekezî li ser lezgînîya azadkirina zêdetir ji bîst qurbanîyên gênosîdê dike, ji wan sê serokên berê yên Qerebaxê û pênc serokên din yên girtîye li Adirbêcanê.Girtina wan beşek ji komkujîyê ye û ji civaka wan re peyamek e: “Eger hûn vegerin Qerebaxê, hûnê birçî bimînin, bêne girtin yan jî bên kuştin”.

Salvegera 75 a qebûlkirina peymana qirkirinê helwesta dewletê ya bi domdarî înkarkirina rastîya qirkirinê tîne ber çavan.Mehên dawîya yên sala 2023 da, şêwirmendê taybet yê Neteweyên Yekbûyî ji bo pêşîlêgirtina gênosîdê hişyarî da şeş rewşên cîhê ku xetera qirkirinê li dijî komên êtnîkî heye, di nav de rohîncya, gelê Qerebaxê, Tîgranên Yêvtopîyayê, îsraîlî û filistînî.

Dewletên ku beşdarî peymana qirkirinê bûne yên wek Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî, Fransîya, Brîtanya Mezin, Almanîya, Îsraîl û Rûsyayê hişyarîyên li ser xetereya cidî ya qirkirina gelên Qerebaxa Çîya guh nedan. Li şûna wê, wan dixwest ku îmzekirina peymanek di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê de hêsan bikin ku ji dijminatîyên nû dûr bikevin û berjewendîyên xwe yên aborî û gêopolîtîk bişopînin. Mînak Îsraîl bi firotana çekan ya mezin ji Adirbêcanê re eleqedar bû.

Divê dewletên ku beşdarî peymanê bûne ji qirkirinê sûd wernegirin.

Pabendbûna wan ya ji bo pêşîlêgirtina gênosîdê hewce dike ku nirxandina nîyeta gênosîdê ya serok Elîyêv ya êrîşa li ser Ermenîstanê bidomîne, ji bo kesên ku li Qerebaxê can û milkên xwe ji dest dane tazmînatê bidin, mafên komên etnîkî yên ku bi ewle vegerin ser axa bav û kalên xwe, garantî bikin û “girtîyên ermenî” serbest bên berdan”.

Rapor sê mijaran bi berfirehî analîz dike:

a) Paqijkirina êtnîkî ya komeke ermenîyên ku bi sedsalan li Qerebaxa Çîya dijîn,

b) Pêşîlêgirtina gênosîda Qerebaxê, pratîka domdar ya dewletê ev bû ku agahdarîya li ser gênosîdê ya li dijî koma êtnîkî ya armanckirî paşguh bike,

g) Di derbarê berpirsîyarîya cezakirina gênosîdê de, dadgeha cezayê ya navneteweyî dê di destpêka meha sibatê de ji bo lêkolînkirina sûcên serokkomar Elîyêv ku ji 10 ê gulana  sala 2021 ê  li Ermenîstanê hatine kirin, bike”,-nava nivîsara Bêglaryanda hatîye gotinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button