Bekû gavên bona aşîtîyê diaveje: em wê yekê dibînin: Alên Sîmonyan

Li hinek cîha hêzên Ermenîstanêye sîlihkirî hene, li kîderê hêna Sovyêtê azêrî bûne û bo wê yekê jî komîsîya dîyarkirina sînora dixebite. Derheqa wê yekêda serokê parlamêntê Alên Sîmonyan gotîye rojnamevana, dema ku ewî derheqa wê yekêda xeberdaye, ku çi cûreyî dikarin peymana aşîtîyê morkin, heger meremê Adirbêcanê tune ji axa Ermenîstana serbixwe paşda vekişe.
“Me derheqa 29 800 çargoşe kîlomêtrîda gotîye û bona wê yekê qayîlîya anegor li paytextên dinîyayêye cuda-cuda dest anîye, li kîderê usa jî serokê Adirbêcanê amade bûye û ew yek hema derheqa wê yekêdane, ku hêzên azêrîya gerekê ji wan cîha derkevin.Li wan cîha jî, li kîderê emin, em jî gerekê derkevin”,-Sîmonyan gotîye.
Çawa bersiva wê pirsê,wekî bona me pirsa prînsîyale ku berî her tiştî ji axê gerekê derkevin, bo ku peymana aşîtîyê bê morkirinê, serokê parlamêntê gotîye: “Bona me niha tiştê prînsîpyal anîna aşîtîyêye. Piranîya prînsîpa hatîye gotûbêjkirinê û em niha dixebitin ku hetanî sala nû em pêşnîyarên xwe paşda bişînin”.
Alên Sîmonyan daye dîyarkirinê,wekî xwestina alîyê Adirbêcanê jî heye û ew ne tenê bi xeberaye, lê gav tên avîtinê.







