Komara Ermenîstanê wê dozgerên navneteweyî beşdar bike: Mînasyan derheqa statûta Romayê û Adirbêcanêda

Wezîrê Ermenîstanêyî edaletê Grîgor Mînasyan wextê prêss-konfêransê raber kirîye ku îzbatkirina statûta Romayê wê çi cûreyî alî bike ku xirabkarîyên Adirbêcanêye leşkerî bidine zelalkirinê.
Wezîretê cêribandina cêrge welata, nava wanda usa jî ya Gurcistanê, lêkolîn kirîye û amadekirina guhartinên qanûnî destpê kirîye, kîjan gerekê piştî îzbatkirina statûta Romayê bê qebûlkirinê.
“Gava ewlin amadekirina qanûndarîya nûye û pêşezanên navneteweyî jî wê tevî me bixebitin”,-Mînasyan gotîye.
Bi gotina wezîr, piştî wê yekê organên Ermenîstanê wê bikaribin dozgerên navneteweyî jî beşdarî wê proseyê bikin.
“Ewê bên Ermenîstanê û wê nasîya xwe bidine dokûmênta û nava wan proseyada Ermenîstan tenê nîne, lê organên navneteweyî jî wê beşdarbin”,-Mînasyan gotîye.







