H’emû nûçeSereke

Pirsên derheqa  hevkarîya di navbera parlamêntada hatine gotûbêjkirinê

Serokê parlamênta Ermenîstanê Alên Sîmonyan endamê parlamênta Brîtanîya Mezin Con Wîtîngdêyl qebûl kirîye.

Bi silavkirina mêvana, Alên Sîmonyan dînamîka pêwandîyên herdu welata bilind qîmet kirîye û bona seredanê razalixî elam kirîye.

Serokê parlamêntê pêşda derheqa agrêsîya Adirbêcanêye 13 ê sibatêda xeberdaye, rûyê kîjanêda alîyê ermenî çar qulixçîyên leşkerî unda kirine.Ewî halê li herêmê raber kirîye.

Con Wîtîngdêyl serxweşî daye malbetên wan leşkera û cimeta ermenî.

Wextê hevdîtinê, pirsên derheqa hevkarîya di navbera herdu parlamêntada hatine gotûbêjkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button