H’emû nûçeSereke

Elîyêv gefa duxwe: heger Ermenîstan qanûndarîya xwe neyne ser halê normal, peymana aşîtîyê wê tunebe

Heger Ermenîstan qanûndarîya xwe neyne ser halê normal, peymana aşîtîyê wê tunebe. Ev şantaja eşkere bi devê serokê Adirbêcanê Îlham Elîyêv, wextê merasîma sondxwerinê, hatîye bihîstinê.

“Heger ew terka dewekarîyên hindava axa me nedin, heger Ermenîstan qanûndarîya xwe paşda venegerîne ser halê normal, wî çaxî wê peymana aşîtîyê tunebe”,- Elîyêv gotîye.

Em bêjin,wekî ev elametî hema rojekê piştî wê agrêsîyayê hatîye kirinê,wextê kîjanê çar qulixçîyên ermenîye leşkerî jîyana xwe ji dest dan.

“Tê bêjî Ermenîstanê encamên şerê Qerebaxêyî duem bîr kirîye”,- Elîyêv axaftina xwe berdewam kirîye.

“Dewekarîya meye hindava axa Ermenîstanê tune, lê ew gerekê ji dewekarîyên xwe paşda bisekinin.Axaftinên bi gotinên bêhîm û bi zimanê şantajê wê li ser wan giran rûnîn û wê yekê hemû jî dibînin”,- Elîyêv gotîye.

Em bîr bînin,wekî gorî qanûndarîya Adirbêcanê giva temamîya axa Ermenîstanê “axa azêrîyaye dîrokî” ye. Bo wê yekê jî gotinên Elîêv, yên derheqa wê yekêda ku dewekarîyên wan hindava axa Ermenîstanê tunene, elametîyên valane.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button