H’emû nûçeSereke

Paşînyanê li Parîzê wê tevî merasîma definkirina Mîsak Manûşyan bibe: L’ Humanité

Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan wê li Parîzê beşdarî definkirina mêrxasê heja berxudana Fransîyayê Mîsak Manûşyan bibe.Derheqa wê yekêda rojnama fransîye  L’ Humanité  ragîhandîye.

“Merasîma definkirinê wê îro 21 ê sibatê, piştî 80 salên kuştina Manûşyan, bê mîyaserkirinê”,-rojnamê nivîsîye.

Gorî wê kanîya înformasîyon, li pantêonê wê usa jî kevanîya Manûşyan, Mêlînê Manûşyan bê definkirinê, ya ku bi xwe jî beşdarî berxudanê bûye.

Şayîrê ermenî, endamê heja berxudana li Fransîyayê, ya dijî faşîsta û mêrxasê Fransîyayêyî miletîyê Mîsak Manûşyan, wextê şerê Hemcîhanêyî duem beşdarî berxudana dijî faşîsta bûye. 21 ê sibata sala 1944 a, ew ji alîyê faşîstada hatîye kuştinê.Ew çawa mêrxasê heja berxudana Fransîyayê hatîye naskirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button