
Keçeke kurd ya êzidî ku sala 2014 a ji alîyê çekdarên DAÎŞ ê ve hatibû revandin, piştî ku li Rojavayê Kurdistanê hat rizgarkirin, vegeriya Şengalê.
Berpirsê ofîsa rizgarkirina revandîyan Husên Qaîdî îro ji Rûdawê re got: “Ew keç doh vegerîya Şengalê û dê di rojên bê de vegere cem xizmên xwe yên li Dihokê”.
Qaîdî got ku dê û bavê keçikê koça dawî kirine û ewê vegere cem xizmên xwe.
Navê keça kurd ya êzidîya ku hatîye rizgarkirin Kovan Îdo ye.
Ew berê li qampa Holê ya Rojavayê Kurdistanê bû û dema ku hat revandin 16 salî bû, niha 26 salî ye.
Li gorî daxuyanîya ofîsa rizgarkirina revandîyan, heta niha 3 575 kurdên êzidî hatine rizgarkirin.
Di êrîşa 3 ê tebaxa sala 2014 a li Şengalê DAÎŞ ê bi hezaran kurdên êzidî qetil kirin û 6 417 kes jî revandin.







