Rûsîya ne tenê himberî me li ser tabîya xirabe, piştgirên Rojavayê ji Ermenîstanê der bigerin: Armên Grîgoran
Ji alîyê Rojavayêda borcdarîkirin tune û pêwandîyên tevî Rûsîyayê tu kesî xirab nekirine. Derheqa wê yekêda sêkrêtarê encûmana ewlehkarîyê Armên Grîgoryan gotîye rojnamevana.
“Gelek cara me nava wê yekêla gunehkar dikin, ku rûyê meda pêwandîyên Ermenîstanê û Rûsîyayê xirav bûne. Feqet werin em cûrekî mayîn lê binihêrin û bicêribînin fem bikin ku gelo pêwandîyên Rûsîyayêye tevî welatên mayîn jî xirav bûne, yan na?. Heger em lê binihêrin, emê bibînin wekî gelek mînakên wî cûreyî hene û tenê Ermenîstan nîne. Heger alîk tevî geleka xirabe, usaye ew yek pirsgirêka geleka nîne. Ez fem nakim ku hercar bona çi Ermenîstanê borcdar dikin ku ew yek neheqîya wêye.Em usa jî dibînin wekî ew hemû tişt usa nîne. Gelo rojnamevanên me dikarin vê pirsê biguhêrin û nedine me, lê wê pirsê bidine Rûsîyayê?”,- ewî gotîye.
Bi axaftina derheqa wê yekêda wekî Ermenîstanê nava wê yekêda gunehkar dikin ku ew berbi Rojavayê diçe, sêkrêtarê ewlehkarîyê gotîye: “Faktora ku niha Rojavayê dide bihêzkirinê, şerê Ûkraînayêye.Nava encamê wî şerîda NATO berfireh bûye. NATO niha qewate. Niha pirs pêşda tê, ku em Rojavayê qewat dikin, yan ew meriv, yên ku qirar kirine wî şerî bikin û nava wê encamêda Rojava qewat bûye? Nava wê kontêkstêda gerekê piştgirên Rojavayê ne ku li vir, ji Ermenîstanê der bigerin”.







