Ermenîstan û Fransîya hevkarîya demdirêj ava dikin, usa jî di warê parastinêda: Dikotînî

Fransîya ji ber binpêkirina yekitîya axa Ermenistanê ji alîyê Adirbêcanê ve bi fikar e. Hevkarîya Fransîyayê bi Ermenîstanê re di warê parastinê de, mecalên ku Fransîya dide Ermenîstanê tenê ji bo parastina Ermenîstanê ye, her du welat di warê parastinê de ji bo demek dirêj hevkarîyê ava dikin.
“Armênpress”ê bi balyozê Fransîyayêyî li Ermenîstanê Olîvêr Dikotîn re li ser têkilîyên Ermenîstan-Fransîyayê, hevkarîya di warê berevanîyê û warên din de, axivî.
Birêz balyozê, têkilîyên Ermenîstan û Fransîya qalîteya nû bi dest xistin, sala borî Ermenîstan û Fransîyayê belgeyên hevkarîya parastinê îmze kirin, di dîrokê de cara yekem wezîrê berevanîya Fransîyayê li Ermenîstanê bû, ev tê çi wateyê, hûn encamên çawa dinirxînin, ya serdanê? Di warê parastinê de hevkarî wê demdirêj be û kûr bibe?
Ew bi rastî ne tenê hevkarîyek parastinê ye. Di van 2-3 hevtîyên dawî de me li Myûnxênê bi wezîrên derve yên her du welatan re hevdîtinek pêk anî, serokwezîrê Ermenîstanê birêz Paşînyan li Parîzê bû û beşdarî merasîma veşartina termê endamê naskirî yê tevgera Berxwedanê, bi eslê xwe ermenî Mîsak Manûşyane li pantêona neteweyî bû. Serokkomar û serokwezîr jî hevdîtin pêk anîn.
Hilbet serdana wezîrê hêzên çekdar yên Fransîyayê bo Ermenîstanê serdaneke girîng bû, ev serdan ji bo wezîrê hêzên çekdar yên Fransîyayê û ji bo wezîrê welatekî endamê NATO yê jî serdanek girîng bû. Bi Ermenîstanê re 32 sal in têkilîyên me yên dîplomatîk hene, di 24 ê sibata sala 1992 a de bi Ermenîstana serbixwe re têkilîyên dîplomatîk hatin danîn, lê tu carî ewqas têr û pêbawer nebûne. Belê, em hevkarîya demdirêj ava dikin, di warê berevanîyê de hevkarî jî tê de, ew ne tenê li ser kirîna eşîyayên leşkerî ye, ku helbet girîng e, lê di warê perwerdekirinê de jî, di nav de perwerdekirina efserên ermenî yên payebilind. Ew li ser şêwirmendîyê ye.
Dema ku di navbera du akademîyên leşkerî yên du welatan de peymaneke mîna ku di serdana wezîrê hêzên çekdar yên Fransîyayê de hat îmzekirin, bê guman hûn hevkarîyeke demdirêj ava dikin.
Hûn çi difikirin hevkarî wê berfireh bibe?
Em guh didin pêdivîyên hevkarên xwe yên ermenî.







