Rêjîsîyor û prodyûsêr Êndryû Goldbêrg serpêhatîya xwe ya vegotina çîrokên li ser Ermenîstanê di PBS de parve kir /vîdyo/

“Ermenîstan, mala min” belgefîlma herî dawî ya PBS-ê ye ji prodyûsîyor, xelatgirê “Êmmî” Êndryû Goldbêrg li ser Ermenîstana îroyîn ya vejînê, ku li paşerojê dinêre.
Goldbêrg “Ermenîstan, mala min” nîşana vejîna dîyasporaya ermenî ye. Ew li ser kesên ku li Dewletên Yekbûyî yên Amêrîkayê yan jî Kanadayê mezin bûne û ku tu carî welatê Ermenîstanê li ser dinyayê û li ser nexşeya zarokatîya xwe nedîtin e. Ev cejn e ku dîroka 3000 salî ya yekem neteweya mesîhî ya cîhanê, ku ji hêla Îranê, Tirkîyayê û Rûsyayê ve dorpêçkirî ye, bi bîr tîne. Cîhek ku Rojhilat û Rojava bi rengekî bêkêmasî di nav çandek ku şer kirîye û hêzên şer û demê de bi ser xistîye, digihêje hev.
Rêjîsîyor û xelatgirê “Êmmî” Êndryû Goldbêrg serpêhatîya xwe ya vegotina çîrokên li ser Ermenistanê di PBS de parve kirîye.
Yek ji xalên girîng yên vê belgefîlma agahdar sînemagerîya bêhnteng e ku pêşkeftina çavnebarîya vî miletê piçûk radixe ber çavan. “Rojekê bavê min gerdokek anî û wek her ermenî yekem tiştê ku hûn dikin li Ermenîstanê digerin… ne li wir bû. Ez ewqas bêhêvî bûm ku min dest bi girîyê kir”. Nivîskarê “Rojnivîsa Mirîyan” Vahê Bêrberyan behsa bûyera zarokatîya xwe dike.
Di fîlma “Ermenîstan, mala min” de endamên navdar yên dîaspora ermenî cîh digirin, di nav wan de lîstikvan Êrîk Bogosyan, nivîskar Krîs Bohjalyan, xwedîyê Xelata Pûlîtzer, nivîskar Pîtêr Balakyan, rojnamevan Araksya Karapêtyan (“Roja baş Los Ancêlês” ), nivîskar Don Anahîd MakKîn, alîkara Konan O’Brayên Sona Movsêsyan, mêtran Mêsrop Parsamyan, rêberê Rojhilatê Nyû Yorkê, û her weha hunermendê navdar yê cîhanê Mîkayêl Aram, komêdyan Vahê Bêrbêryan, û zanyar Ron Sûnî û Salpî Xazaryan.
Çîrok hestên kûr yên ku ev fîlim derdixe ronî dike, digel ku lîstikvan Andrêya Martîn (Kuştina li avahîyekê, “Dewata mine mezin” di rola xwe de serketî ye. Axaftina Martîn ya nerm, lê bi hestîyar, serkeftin û berxwedana gelê ermenî, wêneya Komara Ermenîstana serbixwe ya nûjen radixe ber çavan. Di fîlm de bi zanyarên navdar yên wekî Samanta Paûêr, Tanêr Akçam, Xalîl Bêrktay û Îsrayêl Çarnî re jî hevpeyvîn hene.
Hate kifşê, belgefîlma Goldbêrg bi ermenîyên navdar yên ji hemû beşên jîyanê dagirtî ye û lêgerîneke sînemayî ya hêja ye li ser rêza dewlemend ya mîrata çandî ya Ermenîstanê, tijî çîrokên anêkdotî yên ku bi kûrahî û carinan jî henek in, mîna çîrokên Êrîk Bogosyan yên li ser bapîrê xwe, bawer dikir ku li her derê “ermenîyên veşartî” hene û lîstikvan Kêrî Grant jî yek ji wan bû.
Fîlm dîmenên balkêş yên ji hewa û bejahîyê û her weha vedîtinên çandî yên Ermenîstanê û cîhê herî navdar ê wê Çîyayê Araratê ku îro li ser sînorê Tirkiyê ye, raber dike.







