H’emû nûçeSereke

Ji Adirbêcanê nava Ermenîstanêra gerekê rê, xetên cûre-cûre derbazî Tirkîyayêbin: Paşînyan

Piştgirîya îzbatbûna aşîtîya li Qafqasîya Başûr û qewînbûna wê pirseke Ermenîstanêye serekeye û nava wê hemtêkstêda em vekirina rîya girîng hesab dikin.Derheqa wê yekêda Nîkol Paşînyanê serokwezîr wextê hevpeyvîna tevî rojnama yûnanîye  “Kathimerini”  yê gotîye.

“Projeya “Xaçerêya aşîtîyê”  vekirina rêyên pircûre têra dibîne.Nava projeyêda usa jî rêyên hesinî hene û ew yek dikare wî çaxî bibe, dema ku pêwandîyên Ermenîstanê û Adirbêcanê bêne normalkirinê, çimkî rîya hesinî, ya ku ji Gurcistanê tê Ermenîstanê û diçe berbi Îranê, nava Nexçêvanêra derbaz dibe û ew rê hêna Sovyêta berê jî hebûye.Ev yek baskê projeyêye bakûr-başûre.

Usa jî milê  rojhilat-rojavayê heye, bi kîjanê dikarin nava Ermenîstanêra behra Kaspîyê bighînine behra Navîn û usa jî îskelên tirka, yên behra Reş. Bo wê yekê jî pêwîste, ku ji Adirbêcanê nava Ermenîstanêra rêyên hesinî û avtomaşîna, lûle, xetên êlêtrîkî û yên mayîn bighîjine Tirkîyayê. Bona helkirina van pirsa  em amadene.

Xêncî wê yekê  van rîya dikarin usa jî bona rîya ji Adirbêcanê berbi Nexçêvanê bidine xebatê û em bo wê yekê amadene. Bona şuxulkarîya van hemû sîstêma me prînsîpên cuda kirine nava projeya “Xaçerêya aşîtîyê”.

Prînsîp evin:

– Hemû sîstêm gerekê bin kontrola wan welatadabin, nava kîjanara ew derbaz dibin.

– Her welatek bi destî înstîtûtên xweye dewletê kontrola sînora û gumrikê pêk tîne û ewlehkarîyê çareser dike.

– Sîstêmên dîyarkirî dikarin çawa bona barên navneteweyî, usa jî bona cîguhastinên hundur bidine xebatê.

– Hemû welat bi prînsîpa wekehevtîyê van sîstêma didine xebatê”,- Paşînyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button