H’emû nûçeSereke

Parlamêntvanê ji fraksîya“Peymana sîvîl” ji alîyê Bekûyêda belavkirina behsên nerast hevdîtina Bryûsêlêva dide girêdanê

Ji alîyê Adirbêcanêda belavkirina behsên feş ku giva hêzên ermenî li ser sînorê Adirbêcanê berevbûna û cîleqandina mîyaser dike, hevdîtina li Bryûsêlê, ya Paşînyan-Blînkên-Fon dêr Layênêva, girêdayîye.

Derheqa wê yekêda “Armênprêss” ê ragîhandîye û daye dîyarkirinê,wekî fikira wî cûreyî parlamêntvanê ji fraksîya “Peymana  sîvîl” Armên Xaçatryan raberî rojnamevana kirîye.

“Ev yek hevdîtina  5 ê nîsanêva girêdayîye, lê bona me destnivîsara Adirbêcanêye prîmîtîv xerîb nîne, ya ku her dem berî mîyaserkirina provokasîya behsên feş belav dike bona ku bo mîyaserkirina êrîşa bingeha lêgîtîm sazke. Heger du sal pêşda ew yek Adirbêcanêra li hev dihat, niha usa jî li hev nayê, çimkî dîtindarên Yekîtîya Avropayê piştî çend seheta rastîyê raberî dinîyayê dikin û didine kifşê,wekî Adirbêcan careke din derewa dike.Bona hemûya îdî gelekî zelale, wekî Adirbêcan derewa dike û temamîya dinîyayê înformasîya rast îdî ji dîtindarên Yekîtîya Avropayê distîne”,- Xaçatryan gotîye.

Van rojên dawî, Adirbêcan behsên derew belav dike, ku hêzên ermenî li ser sînorê tevî Adirbêcanê  leşkera berev dike û bona êrîşa ew xwe amade dike.Wezîreta Ermenîstanêye parastinê ew behs çawa yên nerast raber kirine.Mîsîya Yekîtîya Avropayê jî ew behsa Adirbêcanê înkar kirîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button