H’emû nûçeSereke

Li Ermenîstanê wê wekîlê Hindistanêyî leşkerî hebe

Nava çend salên dawîda Hindistan çawa welatekî pêşkeftî xwe dide kifşê, yê ku xemgînîyên global, yên başûr û welatên mayîn, bi taybetî Afrîkayê raber dike.Derheqa wê yekêda  The Print ê nivîsîye.

Berî her tiştî, Hindistanê wekîlên xweye leşkerî li cêrge welata cîhwarke, nava wanda li Yêtopîyayê, Mozambîkê,Ermenîstanê û Polonîyayê û ew yek li gorî berfirehbûna pêwandîyên stratêjî tê kirinê.

Li gorî rojnamê, biryara derheqa li Ermenîstanê kişfkirina wekîlê xweyî leşkerî hatîye qebûlkirinê, çimkî Yêrêvan hewaskarîya xweye hindava berfirehkirina pêvajoya parastinêye tevî Hindistanê dide kifşê.

“Sala derbazbûyî peyman di navbera Ermenîstanê û Hindistanêda, ya derheqa kirîn-frotana têknîka leşkerîda hate morkirinê.

Usa jî dîyare, wekî Hindistan têra dibîne hejmara wekîlên xweye leşkerî li Moskvayê û Londonê bide zêdekirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button